TEMPORARY EXHIBITION

WOMAN, LIFE, FREEDOM – daily life and social involvement of Kurdish women in Kurdistan and the Diaspora

14.05.2021 - 30.06.2021

(for Kurdish scroll down)

„Jin, jiyan, azadî” (Women, life, freedom) is a well-known Kurdish slogan applied especially by Kurds in Turkey and Syria to promote Kurdish women’s military struggle as well as political and social participation in the societies of Kurdistan which is today a part of Turkey, Syria, Iraq and Iran.  It is also the title of a photo exhibition by Sonja Hamad devoted to the Kurdish guerilla fighters in Syria. The image of the female guerilla has dominated global media since the Syrian war, focusing on the brave women fighting the so-called Islamic State in Syria. At the same time, little is known about Kurdish women’s daily life which has been transformed tremendously during the last decades, nor about their many other forms of social engagement as teachers, students, workers, doctors and activists. This is why the main idea of this exhibition is to present different and lesser-known aspects of Kurdish women’s life and struggle.

The exhibition is part of the research project ALCITfem (Activism And Its Moral and Cultural Foundation: Alternative Citizenship and Women’s Roles in Kurdistan and the Diaspora). In our project we use the notion alternative citizenship to highlight that Kurds, in a range of different ways, have developed alternative strategies to initiate social and cultural change in their own society, and to influence the position of Kurdish communities within the nation-states they are part of. Since they were often denied access to the political arena in the different countries they are part of, many of these activities took place outside of state institutions. The production of Kurdish citizenship can therefore often be traced in everyday life rather than in official state structures. Many cultural theorists – especially Michel de Certeau and Henri Lefbvre – have argued that the realm of everyday life is the most important and meaningful space of cultivating one’s culture, identity and belonging. Hence, the exhibition shows various aspects of performing alternative citizenship by Kurdish women coming from different parts of Kurdistan and the diaspora, different class backgrounds, and political movements, starting from the beginning of the 20th century until today.

As shown in the exhibition, the first women activists originated from an aristocratic background (for example Ruşen Bedir Khan) and established contacts with other women organizations in the Middle East. During the 20th century Kurdish women shared the tragic fate with other members of the society as many became refugees and victims of different types of violence both foreign and domestic. However, more often than not they also considerably contributed to the development of the Kurdish society and took part in many social initiatives. This is also true for women from the Christian and Yezidi minorities living side by side with the Kurds and sharing many cultural elements, to which we also pay attention in this exhibition. Important to stress is that even being a “housewife” in a big family entailed hard work and a complex knowledge with regard to keeping the household, child upbringing, medical care or oral performances, and also very often sophisticated diplomatic skills when family wellbeing was at stake.

From the onset of the Kurdish national movement women started to organize themselves in the struggle for Kurdish rights, and at the same time pointed to the discrepancies between the positions of men and women in Kurdish society. The widely known military struggle of women was first introduced by the Komala organization in Iran in the 1970s, and was a way to highlight women independence from man and advocate women rights. Women were thus not only active in military struggle, but also as students, social actors in different professions and organizations, researchers and political activists (for example the famous activist Leyla Zana in Turkey). They founded organizations, set up initiatives to support Kurdish women and men who had little access to state facilities, and educated themselves and others formally and informally.

Finally, the aim of our exhibition is to promote the digital library dedicated exclusively to photographs of Kurdistan and Kurds all around the world: https://kurdistan.photoshelter.com created by Chris Kutschera and containing photos by many different authors. “Chris Kutschera” is the pen name of the French couple Paul and Edith Maubec who in the 20th century devoted many of their journalistic efforts to the Kurdish people. While Paul was writing about the Kurds, Edith took photographs and initiated the online photo archive in order to make Kurdish life and history available in an insightful and rich visual form. This exhibition is therefore also a tribute to their work and efforts. According to Chris Kutschera: “Media, writers, publishers, students, researchers, and institutions are writing the history of the Kurds. But with the digitalized photos of the Kurdistan Photolibrary we add a tool to the study of Kurdish history, by providing illustrations that are accessible globally. Importantly, our goal has been to archive and preserve for current and future generations a continually expanding photographic collection.” The exhibition presents photographs by Chris Kutschera, but also by other authors as well as from the Kurdish family and organizational archives.

Organizers:

The Asia and Pacific Museum in Warsaw

Kurdistan Photolibrary, www.kurdistan-photolibrary.org

Section of Kurdish Studies of the Jagiellonian University

in the scope of the ALCITfem project

 

 

WOMAN, LIFE, FREEDOM – daily life and social involvement of Kurdish women in Kurdistan and the Diaspora

Dirûşma bi Kurdî ya “Jin, jiyan, azadî” bitaybetî ji hêla Kurdên li Tirkiyê û Sûriyê ve ji bo teşwîqkirina têkoşîna leşkerî ya jinan û di heman demê de jî ji bo beşdarbûna jinan a li qada sîyasî û civakî ya civatên Kurdistanî yên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûrîyê tê qîrîn. Ew dirûşme di heman demê de sernavê pêşangeha wêneyan a Sonja Hamadê ye ku ji bo gerîlayên Kurd hatiye terxankirin. Îmaja gerîlayên jin, bi nîşandana jinên wêrek ên ku li hemberî xwedêgiravî Dewleta Îslamiyê şer dikirin, ji destpêka şerê li Sûriyê di çapemeniya global de serdest bû. Ji hêla dinê ve, çi di derbarê jiyana rojane a jinên Kurd de ku di van dehan salên dawî de bi awayekî berbiçav guherî û çi jî di derbarê gelek cûreyên beşdarbûna wan a li qadên civakê yên wekî mamostetî, xwendekarî, karkerî, bijîjkî û çalakvaniyê de zanîneke kêm heye. Ji ber vê yekê ramana bingehîn a vê pêşangehê pêşkêşkirina aliyên jiyan û têkoşîna jinên Kurdan e ku ev alî ji yên din cûda ne û kêm tên zanîn.

Ev pêşangeh parçeyeke projeya lêkolînê ya bi navê ALCITfemê (Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê) ye. Em di projeya xwe de têgiha hemwelatiya alternatîv bi kar tînin ku destnîşan bikin gelo Kurdan çawa, bi rêyên cur bi cur, ji bo di civata xwe de guherînên civakî û çandiyan çêkin û di heman demê de li ser rewşa civatên Kurdan ên ku di bin bana wan netewe-dewletan de dijîn bandorê çêkin li derveyî saziyên dewletê û pêkhateyên dewletê stratejiyên alternatîf pêş xistine. Ji ber ku li welatên ku lê dijîn destûr ji wan re nehat dayîn ku Kurd xwe bigihînin qadên sîyasî, piraniya çalakiyên wan di derveyî saziyên dewletan de pêk hatin. Ji ber vê yekê çêbûna hemwelatiya Kurdan xwe ji avahiyên dewletan zêdetir li jiyana rojane nîşan dide. Gelekî teorîsyenên çandî – bitaybetî jî Michel de Certeau û Henri Lefbvre – dibêjin ku qada jiyana rojane qada herî girîng û watedar a pêşxistina çand, nasname û aîdiyeta mirovan e. Jixwe, pêşangeh jî ji destpêka sedsala 20an heya îro taybetmendiyên cûda yên hemwelatiya alternatîf a jinên Kurdan ên ku ji parçeyên cûda yên Kurdistan û dîasporayê hatine û xwedî rabirdûyên çînî û tevgerên sîyasî yên cûda ne nîşan dide.

Wekî di pêşangehê de jî hatiye nîşandan, çalakvanên jin ên yekemîn xwedî rabirdûyeke arîstokratîk bûn (ji bo mînak Rewşen Bedirxan) û wan bi rêxistinên din ên jinan ên li Rojhilata Navîn re têkilî danîbû. Di sedsala 20an de jinên Kurd qedera trajîk bi endamên din ên civatê re parve kirin ku gelekî ji wan bûn penaber û gelekî jî bûn qurbaniyên cureyên cihê yên tundiya biyanî û ya binecî. Tevî vê yekê jî, pirî caran havilên mezin ji pêşveçûna civata Kurd re kirin û di însiyatîfên civakiyan de cih girtin. Ev tişt ji bo jinên Mesîhî û Êzîdî jî derbasdar e ku bi Kurdan re dijîn û bi wan re gelekî insûrên çandiyan parve dikin, me di vê pêşangehê de bal kişandiye li ser vê xalê jî. Pêwist e em destnîşan bikin ku di nav malbeteke mezin de bûna “kevanî” bi xwe jî karekî giran e û ji bo wê di xalên wekî parastina malbatê, xwedîkirina zarok, dermankirina tibbî an jî pêkanînên devkî û di heman demê de jî pirî caran ji bo sazkirina aramiya malbatê di xala hunerên dîplomatîk ên şareza de zanîneke pêşkevtî divê.

Ji destpêka tevgera neteweyî ya Kurd ve jinan dest bi rêxistinbûna xwe ya li têkoşîna mafên Kurdan kir û di heman demê de jî wan îşaret bi nakokiyên di navbera cihên mêr û jinan ên li civata Kurd kir. Têkoşîna leşkerî ya jinan ku bi berfirehî tê zanîn cara yekem di 1970yan de ji hêla rêxistina Komala va li Îranê hate dest pê kirin û ew ji bo berçavkirina serxwebûna jinan ji mêran û ji bo parastina mafên jinan rêyek bû. Bi vî rengî jin ne tenê di tekoşîna leşkerî de, lê di heman demê de wekî xwendekar an jî aktorên civakî di pîşe û rêxistinên cûda de û wekî lêkolîner û aktîvîstên siyasî (ji bo mînak li Tirkiyeyê çalakvana navdar Leyla Zana) jî çalak bûn. Wan rêxistin ava kirin û însîyatîf damezrandin ku piştgiriyê bidin jin û mêrên Kurd ên ku derfetên wan a gihîştina bi saziyên dewletê kêm in û wan xwe û yên din bi awayekî fermi û nefermî perwerde kirin.

Herî dawî, armanca pêşangeha me pêşkêşkirina pirtûkxaneya dîjîtal a bi navê Kurdistan Photolibrary: https://kurdistan.photoshelter.com e ku bitaybetî ji bo danasîna Kurdistan û Kurdên li her çar aliyê cîhanê ji aliyê Chris Kutschera ve hatiye afirandin û niha wêneyên gelek wênekeşan pêşkêş dike. “Chris Kutschera”, bernavkê Paul û Edith Maubec e ku ev her du kesên zewicî yên Fransî di sedsala 20an de xebata xwe ya rojnamegeriyê bi giranî li ser mijara Kurdan meşandine. Dema ku Paul di derbarê Kurdan de dinivîsî, Edithê jî ji bo ku jiyan û dîroka Kurdan bi şêwazeke têgihiştî û dîtbarî ya dewlemend bên nasîn wêne dikişandin û dest bi avakirina arşîveke wêneyan a online dikir. Ji ber vê yekê ev pêşangeh ji kar û xebatên wan re jî rêzgirtinek e. Li gorî Chris Kutschera: “Çapemenî, nivîskar, weşanger, xwendekar, lêkolîner û sazî dîroka Kurdan dinivîsin. Lê digel wêneyên dijîtalkirî yên Kurdistan Photolîbraryê, bi pêşkêşkirina nîgarên ku li seranserê cîhanê têne dîtin, em amûrek li lêkolîna dîroka Kurd zêde dikin. Ya girîngtir, armanca me ji bo nifşên heyî û pêşerojê arşîvkirin û parastina berhevokeke wênkêşiyê bû ku bi berdewamî berfireh dibe.” Ev pêşangeh wêneyên Chris Kutschera, yên wênekêşên din û yên ji ảrşivên malbat û rexistinên ku li Kurdistan Photolibrary parve bûne dihewîne.

Werger: Esat Şanlı

Sazker:
Muzeya Asya û Pasîfîkê
Pirtûkxaneya Wêneyan yên dijîtal: www.kurdistan-photolibrary.org
Beşa Kurdnasiyê ya Zanîngeha Yagiellonskî: www.kurdishstudies.pl
di çarçoveya projeya ALCITfem de


  • Slajd nr 0

    The women are showing the gas masks made by them ad by the other women for the civilians feeling to the areas liberated by the Kurdish peshmergas. Iraqi Kurdistan, 1972, by Rosy Rouleau, EMF. Raffoul. (1/2)

  • Slajd nr 1

    (2/2)